| DI
SALA NÛ DE PIRTÛKEK NÛ
ZERDEST PÊXEMBER
BZ. 637 - 560

Ev pirtûk, çendî ku ji aliyê
rûpelên xwe ve hindik e, lê belê
ji aliyê naveroka xwe ve gelekî giranbiha
û pir jî hêja ye.
Berî Zayînê,
Zerde_t Pêxember di sala 637an de li gudekî
bi navê Patiragtraspo hatiye dinyayê. Navê
bavê wî Poru_aspa û yê diya
wî jî Dugdova ye.
Zerde_t di jiyê xwe
yê 30î de, bûye pêxember û
Xwedê pirtûka xwe ya bi navê Avesta,
bi alikariya _e_ sermelekan jê re hinartiye.
Wateya Avestayê ya ferhengî, bingeh yan
jî hilbijartina bingehê ye.
Navê Ola Zerde_t
Pêxember Bahdîn e. Bingeha Ola Bahdînê,
li ser sê ti_tan avabûye:
- Sêwirandina rind.
- Peyivandina rind.
- Lipikandina rind.
Li gor ola Zerde_t Pêxember,
_e_ milyaketên serdarên gi_tî hene
û bawerî bi hebûna _e_ aliyan anîne,
weke xwar û jor, pê_ û pa_, rast û
çep.
Qiral Wi_taspê Medî
gava 33 pirs ji Zerde_t Pêxember pirsîne
û Pêxember ew bêkêmasî
bersivandine, ji hingê ve ye ku jimara 33 di nava
Kurdan de bûye pîroz û ji ber hindê
ye ku tizbiya destê zilama jî 33 li bin.
Pirtûka pîroz
Avastaya orîjînal B.Z 597, Zerde_t Pêxember
spartiye Qiral Vî_taspê Medî da ku
bide nivîsandin û Qiralî ferman daye
Camaspîyê xetat ku binivîse. Camaspî
li ser 12 hezar çermên ga nivîsiye
ku tê de bîst û yek nosk (be_) hebûne.
Dema ku Avesta bi zimanê
Pehlewî hatiye _rovekirin û jê çend
cild derketine, navê wê danîne Apastak
û Zend. Lê di nava demê de ew herdu
nav wek Zendawesta hatine guhertin.
Sasaniyan di çaxê
xwe de Avestayê kirine du be_. Be_eke wê
kirine sê pirtûk û her yekê
navekî cuda lê danîne. Navê
yekê Vendîdad, navê ya din Vispêrad
û navê ya dîtirkê jî Yasna
bûye ku ev ji 72 pi_kan (cuz) hatiye holê
û behsa ku bi çi hawayî Avesta ji
aliyê Xwedê ve bo Zerde_t Pêxember
hatiye hinartin dike. Herweha xwendina xwestina (dua)
di perestingehên Bahdîniyê de tewr
û rêveçûnên Ola Bahdînê
jî beyan dikir.
Di salnameya (teqwîm)
Zerde_t Pêxember de, sal 360 roj in û meh
jî 30 roj in. Pênc rojên din, bi navê
Rojên Gathayê bi nav kirine û ew bi
salê ve zêde kirine. Herweha heftîyên
di mehan de jî, heft roj in. Ev heft roj, ji ber
ku "Li dinyayê heft cûre qencî
hene ku timî li pê_berî heft cûre
xirabiyan _er dikin." hatine girtin.
Zerde_t Pêxember
li bajarê Belxê di jiyê 77 salan de
B.Z sala 560î di perestingeha xwe ya bi navê
Nush-Adarê (No_adar) de bûye, bi destên
Bradrorê_ê Tûra (Tirk) hatiye _ehîdkirin.
Di pirtûkê
de ev sernav hene:
- PÊDIVIYA HINARTINA PÊXEMBERAN
- MALBATA ZERDE_T PÊXEMBER
- SÊ HEZAR SAL BERÊ MIZGÎNIYA HATINA
ZERDE_T PÊXEMBER
- HATINA WEHYÊ JI ZERDE_T PÊXEMBER RE
- DUYEMÎN CAR HEVDÎTÎNA ZERDE_T PÊXEMBER
BI XWEDÊ RE
- SERKEFTINA ZERDE_T PÊXEMBER
- OLA ZERDE_T PÊXEMBER BAHDÎN
- WELATÊN KU OLA BAHDÎNÊ LI WAN BELAV
BÛYE
- NIVÎSANDINA AVESTAYÊ
- DI OLA BAHDÎNÊ DE NIMÊJ
- DI OLA BAHDÎNÊ DE CEJNÊN OLÎ
- DI OLA BAHDÎNÊ DE _E_ AYÎNÊN
OLÎ
- BAWERIYÊN BAHDÎNIYAN ÊN CUDA
- LI GOR BAWERIYA BAHDÎNIYAN ÇÊBÛNA
DINYAYÊ
- LI GOR ZERDE_TIYAN SAL, MEH Û ROJ
- LI GOR BAHDÎNIYAN MIROVÊ PÊ_Î
- SAXBÛNA PI_TÎ MIRINÊ
- LI GOR BAHDÎNIYAN BIHI_T Û DOJEH
- KU_TINA ZERDE_T PÊXEMBER
- KÎ ÇI LI SER ZERDE_T PÊXEMBER GOTIYE?
- BI KURTÎ NASNAMEYA ZERDE_T PÊXEMBER
|